top of page

Du welatên din konsulxaneya xwe li Kurdistanê vedikin

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku her du welatên Ukrayna û Srîlanka biryar dane, ku nûneratiyên xwe li Kurdistanê vekin. Çavdêreke siyasî jî dibêje, Herêma Kurdistanê bi awayekî sîstematîk pêwendiyên xwe yên navdewletî bihêz kirine.

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dauxyaniyeke nivîskî de ragihand, ku her du welatên Ukrayna û Srîlankayê biryar dane, ku konsulxaneyên fexrî li Herêma Kurdistanê vekin.

Fermangeha Pêwendiyên Derve herwiha diyar kiriye, ku wan jî ji aliyê xwe ve weke aliyê pêwendîdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê bi vekirina nûneratiyên her du welatan li Kurdistanê dane.

Di daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve tê gotin, di çarçoveya siyaseta Herêma Kurdistanê ya bo pêşxistina pêwendiyên derve û piştgirêdana bi prensîpa dergehên vekirî di rûyê civaka navdewletî de, û piştî razîbûna hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, biryar hat dan, ku rê bi vekirina konsulxaneyên fexrî yên her du welatên Komara Ukrayna û Komara Demorkatîka Sosyalîstî ya Srîlankayê li Herêma Kurdistanê were dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, bi vekirina wan konsulxaneyan, hejmara nûneratiyên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê bo 38 nûneratiyan zêde dibe.

Derbarê wê yekê de, Çavdêra Siyasî û Pispora di warê pêwendiyên navdewletî de Meyada Necar ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev pêwendiyên bihêz dibin piştgiriyeke bihêz ji dewleta Kurdistan re, ku ji ber siyaseta hekîmane ya Serok Barzanî Kurdistanê kariye pêwendiyên xwe yên navdewletî pir bihêz ava bike û ji berhema wan pêwendiyan jî êdî 38 nûneratiyên welatan li Kurdistanê cih digrin.”

Meyada Necar wiha got: “Niha gelek welat hene ku dixwazin li şûna ku biçin Bexdayê, pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê bihêz dikin û bi nêrîna min piştî ragihandina serxwebûnê jî dê hejmareke zêdetir ji welatan balyozxaneyên xwe li Kurdistanê vekin û dê pêwendiyên wan jî ligel Kurdistanê bihêztir bibin, ji ber ku Herêma Kurdistanê bi awayekî sîstematîk pêwendiyên xwe yên navdewletî bihêz kiriye.”

bottom of page