Necmedîn Kerîm: Hemû hêzên ewlehiyê li Kerkûkê bo sazdana referandumê amade ne
Necmedîn Kerîm îro yekşembiyê 27ê Tebaxa 2017ê li baregeha parêzgeha Kerkûkê li gel fermandeyên Hêza Pêşmerge, berpirsên Mêhwera Kerkûkê û rayedarên Asayiş, Polîs û fermandeyên îstixbarata serbazî ya pêşmerge re civiya, daku rewşa ewlehiya Kerkûkê û amadekariyên ji bo sazdana referanduma serxwebûna Kurdistanê bi wan re gotûbêj bike.
Piştî civînê, Necmedîn Kerîm di konfranseke rojnamevanî de amade bû û naveroka civînê ji medyayan re aşkere kir û ragihand: “Di civînê de behsa wê hat kirin, ku çawan senger werin qahîmtirkirin û werin bihêztirkirin. Em weke îdareya Kerkûkê, çi dikeve ser milê me bo çareserkirina wan kêmasî û pêwîstiyên ku hene. Behsa wan metirsiyan hat kirin, ku li ser Kerkûkê hene, bi taybetî niha operasyona Tileferê wa bi dawî tê. Bi dûr û dirêjî behsa mijara Hewîceyê hat kirin, pêwîstiya rizgarkirina Hewîceyê û pêwîstiya hemahengîkirina di vê bareyê de hat nirxandin.”
Parêzgarê Kerkûkê zêdetir li ser mijara Hewîceyê axivî û got: “Pêşmerge hemû deman amadebûna xwe bo hemahengiya li gel artêşa Iraqê û hikûmeta Iraqê nîşan daye, bi armanca rizgarkirina Hewîceyê û vegera xelkê wê bo cihên xwe.”
Necmedîn Kerîm rexnetên tund li paşxistina operasyona kontrolkirina Hewîceyê girt û diyar kir: “Pêwîst bû ku operasyona Hewîceyê berî Tileferê bihatiba kirin, niha jî piştî Tileferê eger were paşxistin, tawaneke mezin e ku derheqê xelkê Hewîceyê û Kerkûkê de tê kirin.”
Mijara awareyan mijareke din a axavtina Necmedîn Kerîm bû û derbarê vê mijarê de jî Kerîm tekez kir: “Gelek dilgiranî hene, ku hejmareke zêde ya xelkê parêzgehên Diyale, Selahedîn, Bexda û derdora Kerkûkê mane. Sedema wê jî ev e ku hikûmeta Iraqê rê nade wan ku vegerin. Piraniya wan li ser arîşeyên tayifî nevegeriyane cihên xwe û rê bi wan nayê dan. Ev mijar jî bi dûr û dirêjî di civînan de hatin behskirin û civîn jî dê dem bi dem berdewam bin.”
Derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî, ku biryar e 25ê Îlona 2017ê were sazkirin, Parêzarê Kerkûkê got: “Bêguman di civînê de behsa referandumê hat kirin. Hêza Pêşmerge, Polîs û Asayişê hemû amade ne, ku rewşa ewlehiya bajêr bi başî biparêzin û xurt bikin, daku referandum bi şêweyeke baş birêve biçe, bêyî ti destwerdanek ji ti aliyekê ve bi taybet eger terorîstan û nehezên xelkê Kurdistanê bixwazi karekî nexwestî li Kerkûkê bikin.”