Hişk û Nerm
Hilbet mebesta ku ev gotin ji bona wêna tên bikaranîn, di pirsgirêka ragîhandin û zanebûnê de divê rast werin fêm kirin. Heger wilo pêşve neçe, di pirsa ragîhandin û zanebûnê de pirsgirêk dikeve pêşîya rastîya civakî, sîyasî, dîrokî, çandî…
Li ser hişkbûn û nermbûnê Nivîskarê Swedî Artur Lundqvist dibêje; hişk be ji bona ku tu karibî hebûna şikil û şemala xwe bi parêz e, nerm be lê nehêle ku tu winda bibe! Ziravî, hosteyî, kamilbûn, zelalbûn, stewandin bi vê nerînê dibe xwedî wate. Qirş û qalo ji hevdu cîhê dibin û gotinên vala diçin ser sergoyan…
Weke hemû gotinan naverok, şekil, pîvan, wate û tixubê hişkbûn û nermbûna rewşan, pirsan û tiştan hilbet heye. Gava ku bikaranîna têgeha hişkbûn û nermbûnê ne li gora hewcedariya civatê, rewşê, sîyasetê, armanc û mebestan be, ramanên ku tenê pêşkêş kirin gelek caran rêzber dibin. Rêzberbûn gelek caran formalîst dibe. Di rastiya xwe ev raman zêde bikêrî mirovan nayên. Ev tenê ji bona gotinê têne gotin! Ma heta nûha çiqase Kurdan li ser navê nermbûnê xwe tunekirine, zimanê xwe jibîrakirine, asimîle bûne û mercen zordaran daqurtandine? Ma tunebûn tucara dibe nermbûn? Nermbûn ne ew e ku mirov xwe tunebike, ji holê rake, wateya mirov nemîne û mirov bibe paçik! Mirov bibe paspasa devê deriyê xelkê re!
Ma nermbûna Nermo heta nûha bikêrî çî hatiye? Gava ku Nermo nermik dibe, hebûna wîna ji holê radibe û Nermo pê re dibe bîyanîyê xwe. Nermo Kurdbûna xwe giring nagirê, zimanê xwe bi wate nabîne, pîvanên exlaqî li miqabilî nermbûna Nermo wateyên xwe yên sereke winda dikin. Gelek caran nermbûna Nermo sexte ye, ne ji dil e, di sere ye û çewalek hêjirê Newala Qurdîsê jî diavêje nav lingan…
Ma hejirên stewyayî û hêjirên perixî weke hevdu ne?
Nermbûna wilo ne tu nermbûne!
Ev di rastîya xwe de tunebûne!
Ma nermbûn û hişkbûn dikarin ji hevdu werin îzolekirin? Ma kevirê ku nermik be ezê çima li serê neyaran bixînim? Heger mebesta min tenê keviravêtin be, wê gavê tu cudabûn di navbêna taybetmendiyên kevirên me de tune ye. Çi nermik û çi hişk, mebesta mirovan nermbûn û hişkbûnê derdixine holê.
Wana dike xwedî wate.
Di hemû curê xebatên entelektuelî û gewdeyî de nermbûn û hişkbûn bi hevdu re heye. Di xwezayê jî de ev rastî wilo ye. Gava ku mirov tenê aliyek pesinand û aliyê din jî şermezar kir, wê gavê mirov şênberbûna mercên civakî û dîrokî ji holê radike.
Mirov wê gavê xwe dixe şuna civatê û dîrokê.
Di civatê û dîrokê de divê mirov hergav li ser mercên şênber analîz û helwestên şênber bigire. Ji ber ku şênberbûn hergav alikariya mirovan dike ku mirov rastiya xwe baş ferbibin!
Mirovên ku ne şênber tevbigerin, bi wextê re dibe sekter.
Bi raya min tu cudabûneke mezin di navbêna sekterîzma nerm û hişk de tuneye. Gava ku mirov bihişmendî ji mercên civat û dîrokê bidûr ket, dogmatîzm û sekterîzm dibe para mirovan. Ma çi cudabûna sereke di navbêna depotîzma nerm û hişk de heye?
Yek jê nerm e û yek jî hişk e û hew!.