top of page

Baregeha "Barzaniyê nemir" li serdema şoreşa Îlonê li Hacî Umran hate vekirin

BasNews-Îro, Pênşemê 24.08.2017 bi amadebûna hejmarek berpirsên hizbî, hikumî, leşkerî û pêşmergeyên şoreşa Îlon û Gulanê, herwiha camwereke berçav baregeha Bazaniyê Nemir li Hacî Umar hate vekirin.

Rêveberê şaredariya Hacî Umarn Ferzeng Ehmed Lawke ji BasNewsê re ragehand ku, hejmarek ciwanên devera Balekayetî grûpek bi nave Îlon pêkanîn û daxwaza yek ji wan cihên dîrokî yên şoreşa Îlonê li sînorê Hacî Umran ser bi bajarokê Çoman nûjen bikin ku, yek ji wan baregehên Barzaniyê nemir rêberê şoreşa Îlonê li serdema şoreşê de bû.

Herwiha got jî ku, îro, bi amadebûna Berpirsê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ya PDK Kakemîn Necar û Berpirsê liqa 26ê ya Gulan Hesen Hedo û cemawerekî berçav baregeha Barzaniyê nemir li Hacî Umran hate vekirin.

bottom of page