Şanda referandumê: Me Bexdayê re got, êdî emê bibin cîranên baş
Şanda referandumê li Bexdayê jibilî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ligel Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî û Serokê Rewta Sedir Muqteda Sedir û Serokê Encumena Bilind a Îslamî Emar Hekîm û Serokê Ceyşa Muhdî Hadî Amirî, civiyan.
Endamê Şanda Kurdistanê bo Bexdayê Macid Bazirgan ji malpera KDP.info re ragihand: “Deriyekî nû ji gotûbêjan ligel Bexdayê hatiye vekirin û gotûbêjên vê carê ji bo referandum û serxwebûnê ye. Me bi zelalî ji Bexdayê re got ku êdî emê 2 cîranên baş bin û baştir e ji niha ku em gilî ji hev bikin.”
Macid Bazirgan derbarê razîbûna Bexdayê bi referandumê, wiha got: “Ew qebûl nekin yan jê na, êdî me biryara xwe daye. Me û Bexdayê behsa referandumê kir û me ji balyozxaneyên welatan re jî got ku bernameya me çi ye.”
Bazirgan wiha domand: “Emar Hekîm got ku diyar e qedera me ew e ku em pêkve bin, lê me jî got ku qedera Kurdistanê ew e ku serbixwe be.”
Hevdem Serokê Frakisyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Erefat Kerem jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana şanda referandumê pir baş bû û deriyekî nû di navbera herdu aliyan de vedibe. Hevahengî û pêwendiyên baş ligel Bexdayê di berjewendiya herdu aliyan de ne, herwiha dê ew hevahengî bibe sedema serkeftina referandumê jî.”