Wezareta Pêşmerge: Bexda rê nade çek bigihîjin me
Di 11ê Tebaxê de li medyaya Kanadayê hin nûçe hatibûn belavkirin, di nûçeyan de hatibû aşkerekirin, çekên ku ji bo Pêşmerge hatine şandin, ji aliyê Bexdayê ve ji Heşda Şeibî re hatine dayîn û li ser vê rexne li Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau hatibû girtin.
Berpirsê Hemahengî û Pêwendiyên Derve ya Wezareta Pêşmerge Hejar Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, îdiayên ku dibêjin “çekên ji bo Pêşmerge hatibûn, ji Heşda Şeibî re hatine dayîn bêbingeh in.”
Herwiha Hejar Îsmaîl amaje bi wê yekê kir, kargoya ku têde cebilxane û pêwîstiyên 600 leşkeran hene û ji Kanadayê ji bo Pêşmerge hatiye şandin, hêj negihiştiye destê wan.
Rayedarê Wezareta Pêşmerge aşkere kir, Bexda ji bo ku ew kargo negihije ber destê Pêşmerge pirsgirêkan derdixe.