top of page

Berdevkê PDKê Mihemed: Emê bersiva Goran bidin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed nêrîna partiya xwe li ser daxuyaniya Tevgera Goran ragihand û got ku piştî nirxandina wê daxuyaniyê, ewê wek PDKê helwesta xwe ji xelkê Kurdistanê re eşkere bikin.

Duhî Şebiyê, Tevgera Goran di daxuyaniyekê de nêrîna xwe li ser aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û referandumê belav kir û tê de wek merc ji bo danûstandinan daxwaza paşxistina referandumê kir.

Derbarê nêrîna PDKê li ser wê daxuyaniya Goran Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi riya medyayê me daxuyaniya Gran bihîst. Helbet piştî xwendin û nirxandina wê daxuyaniyê, û li gorî berjewndiyê dê bersiva me hebe û emê xelkê Kurdistanê ji wê bersivê agahdar bikin.”

bottom of page