Heftiyek mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê

BAS - Eskender Ceiferî

Li Seqizê kolberekî Kurd bi navê Hebîb Muhibî li nêzîki gundê Duaw di encama teqeya rasterast ya hêzên ewlehî de birîndar bû. Kolberek bi navê Celal Balan pênc rojan piştî ku li Pîranşarê hate birîndarkirin, li nexweşxaneya Mehabadê jiyana xwe ji dest da. Li çiyayê Sûrkêw yê Bane, kolberek bi navê Îbrahîm Xakî û yekî din bi navê Îbrahîm Mehmûdî jiyana xwe dest dan û 3 kolber jî birîndar bûn. Li gundê sînorî yê Dollebî li Serdeştê kolberek bi navê Azad Mîne Ebdulî ji aliyê hêzên sersînor ve hate birîndarkirin. Dema ku kolberek bi navê Mensûr Resûlî Azer li Pîranşarê ji ber hêzên Sipaya Pasdaran direviya, kete ser mayîneke serdema şerê di navbera Îran û Îraqê de û jiyana xwe ji dest da. Li nêzîkî gundê Bêtûşê yê Serdeştê kolberek bi navê Mihemed Ehmediyan ji aliyê çekdarên Îranê ve hate birîndarkirin. Çekdarên sersînor yên Îranê li sînorê Sêro li Urmiyê welatiyekî Bakurê Kurdistanê bi navê Kamran Lezgîn xelkê Geverê kuştin. Wezareta Îstixbarata Îranê rê nade dadgeha pêdeçûnê, hukma darvekirinê ya girtiyekî Kurd bi navê Hûşeng Rizayî biguherîne. Hûşeng Rizayî xelkê Nehawendê ye ku heft salan beriya niha bi tometa endametî di partiyeke Kurdî de li Tehranê hate girtin û bi darvekirinê hate cezakirin. Ebûbekir Molaniya piştî 70 rojan îşkenceyê ji aliyê Sipaya Pasdaran ve li Makûyê serbest hate berdan. Tometa wî pêwendî bi partiyên Kurdî re bû. Çalakvaneke jinan bi navê Fatma Elmasî li Seqizê bi danîna kefaleta 250 milyon Tumenî hate berdan. Tometa wê jina Kurd propagende lidijî hikûmetê bû. Celîl Ahengernijad rojnamevanê Kirmaşanî ji ber rexnegirtin ji berpirsekî dewletê ji aliyê dadgehê ve rastî lêpiraînê hat. Şemsedîn Elîzade ku ji aliyê Sipaya Pasdaran ve li Urmiyê bi tometên siyasî hatibû girtin, bi danîna Kefaletê, serbest hate berdan. Çengîz Qedemxêrî xelkê Kamyaranê ku şeş salan beriya niha bi tometa endametî di partiyeke Kurdî de bi 40 salan girtîgehê hate cezakirin, ji ber rênedan ji bo çareseriya tendirustî li girtîgeha Mescid Sulêman kete gireva birçîbûnê. Ew girtiyê Kurd, di dema lêpirsînê de rastî îşkenceyê hatiye û di encamê de tendirustiya wî têk çûye. Girtiyekî Kurd yê sorgonkirî ji bo navçeya Cûybar li Mazenderanê bi navê Husên Sarûkî bi tometa kuştina kesekî hate darvekirin. Ew welatiyê Kurd, sê salan beriya niha piştî pevçûnekê bi kesekî din re hate girtin û ji aliyê dadgeha Komara Îslamî ve bi tometa kuştinê bi darvekirinê hatibû cezakirin. Murteza Rehmanî, girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Sine hate darvekirin. Tometa Murteza Rehmanî endametî di partiyeke Kurdî de û kuştina çekdarekî Sipaya Pasdaran bû û ji aliyê dadgeha Sine ve bi sê caran darvekirinê hatibû cezakirin. Herwisa tometeke din ya wî, Şerê li dijî Xwedê bû ku ji bo endamên partiyên Kurdî bi kar tê.

HEFTENAMEYA BAS