Eşîra Şemer: Çarenivîsa me û gelê Kurdistanê yek e
Îro sêşem 08.08.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Şêx Enwer Ehmed Ecîl Elyawer kesayetiyê diyarê hoza Şemer û şandekî li gel kir.
Di hevdîtinê de Şêx Enwer bi navê xwe û hoza Şemer ve spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman kir ku rûbirûyê terorîstan rawestan û DAIŞê têkşikandin. Bi taybetî jî pêzanînên xwe ji bo rola Pêşmerge ya li azadkirina navçeyên rojavayê çemê Dîcle hebû û ew rêz û hurmeta ji aliyê Pêşmerge ve li nîştecihên navçeyê girtiye û eve bi nîşana rewşt û ehlaqa bilind dane zanîn ku herdem gelê Kurdistanê û Serok Barzanî û Pêşmerge û pê hatine nasîn. Pêzanîneke zêde jî hebû ji bo gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hewandina wê hejmara zêdeya koçber û lêqewimiyan û ragihand ku ew camêriya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu carî ji bîr nakin.
Her wiha tekez li ser peywendiya kevnar û birayaneya gelê Kurdistan û hoza Şemer kirin û piştevaniya xwe ji bo siyaset û helwestên Serok Barzanî û serkirdayetiya Kurdistanê dûpat kirin û tekez li ser hevçarenûsa xwe û gelê Kurdistanê kirin.
Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina wan, spasî Şêx Enwer û şanda li gel kir û tekez li ser tebayî û birayetiya di navbera Kurd û wan Ereban kir ku baweriya wan bi pêkvejiyanê heye û destê wan li gel terorîstên DAIŞê de nebûye.
Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku ewê Pêşmerge û gelê Kurdistanê encam daye erkekî mirovî û niştîmaniye û Pêşmergeyên Kurdistanê bi navê parastina azadîxwazan da qurbanî daye û niha û paşarojê jî Pêşmerge parêzerê wê pêkvejiyanê dibe