PDK-T li Enqere dijê Çolaşan doz vekir
Colaşan hemû sinorên bê ehlaqiyê derbas kirin û nivîsa xwe de heqaret kesayeta Serokê Kurdistanê û Ala Kurdistanê kirîbû.
Li ser vê yekê Baroya Diyarbekir û parêzerek ji Şirnex Eli Bayram doz li dijê Colaşan vekirin.
Niha jî Parêzerê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye Neşet Bilek, li Enqere li dijê rojnemevan Emin Çolaşan doz vekir.
Bilek di doza vekirî de dide xûyakirin ku, Emin Çolaşan, li gora destûra heyî meddeya 216ê tawan kiriye. Çolaşan xelkê teşvîqê dijminatiyê, kînê dike. Çolaşan heqaret kiriye. Divê ew li gora vê maddeyê bê cezakirin.