top of page

Civata Rûhanî ya Êzdiyan: Bila PKK ji Şingalê derkeve

Hewlêr-KDP.info- Hazim Tehsîn Beg da zanîn, ku Civata Rûhanî ya Êzidiyan daxûyaniyekê amade dike û dê daxwaza rawestandina şer û vekişandina hêzên ser bi PKKê ji Şingalê bike.

Kurê Mîr Tehsîn Begê Mîrê Êzdiyên Kurdistan û Cîhanê, Hazim Mîr Tehsîn Beg ji Rûdawê re ragihand, ku derbarê bûyerên îro yên li Komalgeha Xanesorê de Civata Rûhanî ya Êzdiyan dê daxuyaniyekê belav bike. Hazim Mîr Tehsîn Beg daxuyand, ku dê ev daxûyanî li ser sê xalan be û xala yekemîn jî dê daxwaza rawestandina şer be. Hazim Mîr Tehsîn Beg got; “Em naxwazin li Şingalê şer çêbibe. Şingal Kurdistan e û em naxwazin li Kurdistanê di nav kurdan de şer çêbibe.” Li gorî gotina Hazim Mîr Tehsîn ew dixwazin Şingal, Sinûnê û Xanesorê bikevin bin desthilata Herêma Kurdistanê û ev yek jî di daxuyaniya wan de bibe xala duyemîn. Hazim Mîr Tehsîn Beg herwiha got; “Em daxwaz ji birayên xwe yên PKKê dikin ku ji navçeyê derbikevin. Em naxwazin li navçeya me şerê birakujiyê çêbibe.

bottom of page