Çekdarên PYDê agir berdan ofîsên partiyên kurdî..Sivkatî bi ala Kurdistanê kirin
Endamê Serkirdatiya PDK-Sê Seîd Umer ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdar û alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku baskê PKKê li Rojavayê Kurdistanê ye, îro înê êrişî navend û baregehên çend partiyên kurdistanî kirin.” Seîd Umer wiha got: “Li hin bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, çekdar û alîgirên PYDê derketin ser cade û kolanan û dest bi êrişan li dijî ofîsên partiyên Kurdî kirin. Li gorî Seîd Umer çekdarên PYDê îro piştî nîvro êrişî baregeha Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) kirin û baregeh bi tevahî tevî kelûpelên tê de şewitandin. Herwiha çekdarên PYDê herwiha êrişî baregeha Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) kirin û kelûpelên di baregehê de şikandin. Umer wiha domand: “Herwiha li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê jî êrişa ser baregehan berdewam kir û çekdarên PYDê li vî bajarê Rojavayê Kurdistanê jî êrişî ofîsa Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) kirin û di êrişa ser wê ofîsê de, alîgirên PYDê Ala Kurdistanê li ser avahiyê anîn xwarê û sivikatî pê kirin.”