Serok Barzanî û Serokê Fransa dicivin..Bûyereke dîrokî ye
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa Dr. Elî Dolemerî ji malpera KDP.info re ragihand: “Roja Sêşemê 21-2-2017, li ser vexwendineke fermî ji Serokê Fransa Franswa Holand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê serdana Parîs bike û ligel serokê wî welatî bicive.”
Dolemerî wiha got: “Rojeva wê hevdîtinê jî dê şerê li dijî terorîstên DAIŞê û rewşa navçeyê piştî bidawîhatina DAIŞê, herwiha pêwendî û hevpeymaniya di navbera Parîs û Hewlêrê de.”
Li gorî nûnerê Hikûmeta Kurdistanê, “Ev serdan pir girîng e û di nava 6 mehên borî de, ev cara sêyemîn e ku Serokê Fransa ligel serokekî bicive, ku ev yek jî bûyereke dîrokî ye û bawer nakim ku çêbûbe.”