Serok Barzanî çû Ewropa

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo beşdariya Forûma Aborî ya Davosê ber bi Ewropayê ve birê ket.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo beşdarî civîna li Davosê bibe, ji Firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî birê ket.

Serok Barzanî ji bo beşdarî Forûma Aborî ya Davosê ku di 17 û 20ê vê mehê de li Swîsreyê tê lidarxistin bibe çû Ewropayê.

Mesûd Barzanî beşdariya Forûma Aborî ya Cîhanî li Davos dike û li Siwîsre dê di çarçoveya vê seredanê de bi serok û berpirsên gelek welatan re hevdîtinan bike.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Huseyn, Berpirsê Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Misfeta û hin rayedarên din di şanda Barzanî de cih digirin.