top of page

PDK-T êrîşa li dijê PDK Rojhilat bi tundî şermezar dike

Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye (PDK-T) bûyera teroristî ku lidijê avahiya mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Rojhilat bi tundî şermezar dike.

Serokê PDK-T M.Emin Kardeş û berpirsê pêwendiyên derve M.Seid Ozsoy di derbarê bûyera Koyê de daxûyanî belav kirin. Di daxûyaniya de , bi tundî êrîşa teroristî şermezar dikin û ji bo pêşmergeyên şehîd bûyî serxweşiya PDK Rojhilat dikin.

Herweha di daxûyaniya berpirsên PDK-T de tê kifşkirin ev êrîşa li dijê PDK Rojhilat hatî kirin bi destê dewleta dagirker û sixûrên wan di nava Kurdistanê de pêkhatiye.

Ji aliyekdin de hatiye kifşkirin ku, Îran di vandema dawî de ji çalakiyên pêşmergeyên Kurdistana Rojhilat li nava Kurdistana Rojhilat de gelek tengav bûye û bi hemû awayî dixwaze rê li vê yekê bigre. Di encam de dest bûyerek teroristî kirine.

Herweha hêvî dikin ku dezgehên asayişa Kurdistanêwek gelek bûyeran vêbûyerê jî ronî bikin ûtawanbarên bûyerê eşkere bikin.

bottom of page