top of page

Pûtîn: Têkiliyên me yên li gel Kurdan gelek başin

Kurdistan TV - Civîna çapemenî ya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a salane îro hate organîzekirin.

Serokê Rûsiyayê di dawiya her salekî de civîna xwe ya salane a çapemeniyê lidar dixe û bersiva pirsên Rojavnemgeran dide.

Li gorî zanyariyên berdest, hezar û 350 rojnamevan rûsî û biyanî hatine akredîtekirin. Civîna çapemenî ya Pûtîn a dawiya salê ji sala 2001ê ve bi awayekî rêkûpêk tê lidarxistin.

Di civîna îsal de Pûtîn derbarê têkiliyên Rûsiya û gelê Kurd de got: Têkiliyên me weke Rûsiya li gel gelê Kurd gelek başin.

Pûtîn herwiha eşkere kir ku gelê Kurd li Îraq û Sûriyayê roleke gelek girîng û serekî di şerê dijî terorîstên DIŞIê de lîstiye.

Derbarê serbixweyiya Kurdistanê de jî Pûtîn eşkere kir ku ew pirseke navxweyî ya Îraqê û di navbera Hewlêr û Bexdayê deye û lazime ew her du alî di çarçoveya zagonên navnetewî de ew pirsgirêka han çareser bikin.

bottom of page