top of page

Hikûmeta Kurdistanê hêviya cejneke aram ji bo mesîhiyan dike

Rojevakurd.com - Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de cejina jidaykbûna hezretê Îsa yê Mesîh pêroz dike û hêvî dike ku ev cejin bibe cejina vegeriyana aşitî, aramî û îstîqrarê ji bo mesîhiyên Kurdistan û Îraqê be:– Em, cejina jidaykbûna hezretê Îsa yê Mesîh (silavên Xwedayê mezin lê bin) li xûşk û birayên xwe yên mesîhî li Kurdistan, Îraq û tevaya cîhanê û li hemû mirovatiyê bi germî pîroz dikin. Em hêvîdar in evcejine bibe cejina vegeriyana aşitî, aramî û îstîqrarê ji bo xûşk û birayên me yên mesîhî li Kurdistan û Îraqê û cejinên bên li jêr siha serkeftin û rizgarkirina tev deverên wan ji bin destê terorîstan û jinavbirina terorîstan pîroz bikin û biserkeftî û serferazî ji bo ser mal û warên xwe vegerin.Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje ku, îsal cejina jidaykbûna hezretê Îsa yê Mesîh di demekê tê pîroz kirin ku tevî şikandin û derxistina terorîstan ji devereke berfireh ya Kurdistan û Îraqê, mixabin, hêşta çend deverên din yên xûşk û birayên mesîhî û pêkhateyên din li jêr destê reşê terorê de mane û bi sedhezaran ji xûşk û birayên mesîhî û pêkhateyên din,li mêvandariya xelk û hikûmeta Kurdistanê , jiyana koçberiyê ya dijwar debas dikin:– Bi vê helkeftê, tevî qedir û hûrmeta me ji bo mêvanperwerî û mêvandostiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din tekîd dike ku, tevî hemû kirîzan jî, li ser hemû xebat û tekoşîna xwe yên ji bona xizmetkirina koçber û penaberan ji xûşk û birayên me yên mesîhî û pêkhateyên din yên olî û neteweyî ji bona man û berdewamiya kultura pêkvejiyan û lêbihurînî berdewam dibe.Hikûmeta Kurdistanê hêvî dike ku, hemû bi hev re cejin û helkeftinên din di nav serkeftin, bextewerî, aşitî, avadedanî û nemana terorê de pîroz bikin.

bottom of page