top of page

Wezîrên Derve yên 3 welatan gihîştin Hewlêrê

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Hollandayê, Wezîrê Derve yê Belçîkayê û Wezîrê Derve yê Luksenburgê Jean gihîştin Hewlêrê.

Wezîrê Derve yê Hollandayê Bert Koenders, Wezîrê Derve yê Belçîkayê Didier Reynders û Wezîrê Derve yê Luksenburgê Jean Asselborn gihîştin firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî û çend rayedarên din ên Herêma Kurdistanê pêşwaziya wan kir.

Çavlirê ye ku wezîrên derve yê Hollanda, Belçîka û Luksenburgê dê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û çend berpirsên din ên Herêma Kurdistanê re bicivin.

Tê payîn, ku di hevdîtinên her sê wezîran navborî û Mesûd Barzanî de, mijarên weke rewşa operasyona Mûsilê, şerê DAIŞê, çawaniya pêşkeşkirina alîkariyê ji bo koçberan bê gotûbêjkirin.

bottom of page