Rojevakurd - Gelo dema operasyona Musil dawî bibe û Musil ji DAÎŞê bê pakij kirin dê rewşa Iraqê çewebe? Pirsgirêkên di navbera Iraqê û Kurdistanê de çewe bêne çareserkirin?Ji berî operasyona Musilê serokê Kurdistanê li gel berpirsên hemû partiyên Kurdistanê (ji bilî Goran û Komela) serdana Bexdayê kir. Di çavderiya Amerîka de li gel Bexdayê li hevhatin. Encama serdana Bexdayê û li hevhatina li gel hukumeta Bexdayê hatî kirin, Mesud Barzanî bi yek gotinekî anî ziman. Barzani got: Em ji iraqê cuda nabin lê serxwebûna xwe dixwazin.Ev yek welê têhat gihandin ku, dê piştî azadkirina Musilê Kurd û Ereba li hev kirine dê konfederaliyek bête ragihandin. Li ser vî bingehî operasyona Musilê destpêkir.Lê hêja ku operasyona Musil berdewame hinek berpirsên grubên şîa yên çekdar daxuyaniya didin û bi awayekî kurda tehdît dikin.Ji berî çend roja berpirsê Esayib Ehlî Heq Qeys Xezelî gotibû; piştî DAIŞê problema herî mezin kurd in.Xezeli dibêje: Lihevhatina li gel wan jî zehmet e. Xezelî dibêje ku, ew bi siyaseta defakto ya ku kurd bikar tînin, razî nabe.Qonaxa piştî Musilê Kurdistana Başûr statuyek navdewletî radigihîne, dibe ev dewletek konfedaralibe li gel Iraqê û dibe ku serxwebûn be jî. Ji vê pêde tu rêyek din li ber kurda nemaye.Serokatiya Kurdistanê bi tundî bersiva vî berpirsê Heşda Şebî da . Di bersiva serokatiyê de dibêje: “Gelê Kurdistanê û Pêşmerge çavê wan li axa ti kesî nîne û ti demî neçûne ser mala ti kesî. Ewê ku hatibê ser mala xelkê Kurdistanê û niyeta dagîrkirina axa gelê Kurdistanê hebe, di dawiyê de bi têkçûna wî bi xwe temam bûye.Bi piştrastiyê ve Xez’elî û kesên weke wî ku bixwazin Kurdistanê dagîr bikin, çarenûsa wan baştir ji ya DAIşê nabe û nikare weke DAIşê were û li Kurdistanê serê xelkê ji ber nasname û mezhebê bibire.”Hukumeta Iraqê tuneye, Iraq ji aliyê Şîeyan ve tê îdarekirin. Her roj berpirsê hêzekî radibe tiştekî dibêje û bi awayekî kurda tehdît dike. Hêzên wek Heşta şebî sibehî dikare şerê Kurda bike. Tu demana vê tuneye ku Iraq li ser sozên xwe bisekine.Ji aliyek din ve jî hukumeta Iraqê ji bo hêza kurda ya serxwebûnê aloz bike destê xwe kiriye di nava hinek aliyên Kurdan de û wan ji bo armancên xwe yên qirêj bi kartîne.Goran ji bo vê yekê pêwendiyên taybet li gel Malikî hene û rewşa Kurdistanê têkilhev dike. Ji aliyek din hukumeta Iraqê bi rêya Heşdê şebî pera dide PKKê û arikariya wan dike. Di hinek cihan de PKK leşkerên Iraqê di warê leşkerî de perwerde dike.Niha di halê hazir de Goran û PKK li dijê serxwebûna Kurdistanê li gel hukumeta Iraqê kar dikin. Tê zanin ku serkaniya vê xirabiyê ji Iranê tê.Qonaxa piştî DAÎŞê du rê li ber kurda hene. Yan bi awayek aşitiyane û li hevhatinek li gel Bexdayê serxwebûna xwe radigihînin.Eger Bexda razî nebê kurd referandumê pêktînin û di qada navnetewî de rastiya xwe tînin ziman û cardin dewleta xwe radigihînin.Eger ev yek nebê û Bexda li serê xwe siwar be , hêzên wek Heşda Şebî şerê kurda bikin û êrîşê Pêşmergeyan bikin, Kurd serxwebûna xwe radigihînin û bi hemû hêz û imkanên xwe şerê parastina xaka azad ya welatê xwe dikin.Dema ev yek werê rojevê li ser her kurdekî ferze ku destbavêje çeka û mil bi milê Pêşmergeyên Kurdistanê axa xwe biparêzin da ku bikaribin welatek serbixwe de bi azadî bijîn.Serxwebûna Kurdistana Başûr dibe demana destkeftiyên mafên rewa yên kurda di beşên din yên Kurdistanê de jî.