Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa li Stenbolê şermezar kir
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşên bombeyî yên şeva 10ê Kanûnê yên li Stenbolê şermezar kir û ragihand; “Bi tundî vê êrîşa terorîstî şermezar dikin û sersaxî û hevxemiya xwe ji bo kesukarên qurbaniyan radigihînîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Armanca terorîstan têkdana bexteweriya hemwelatiyan û têkdana jiyanê li hemû cîheke cîhanê ye. Lê belê ji wê yekê bawer in, ku kirdar û hizrên ne mirovane ya terorîstan, dawiya şikestina wan e û ew sernakevin.”
Duh bi şev li Parka Maçka û semta Dolmabahçe ya Stenbolê du teqîn pêk hatin. Di encama teqînan de 30 jê polîs bi giştî 38 kesan jiyana xwe ji dest da. Herwiha 19 jê giran, 155 kes jî birîndar bûn.