Serok Barzanî Mewlûd pîroz kir
Di peyamê de, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî hêvî xwast ku ev helkefta dayîkbûna Mihemedê kurê Ebdula pêxemberê îsalmê bibe sedema pêşxistina biratî û xoşewîstî û pêkevejiyanê di navber hemû netewe û ol û mezhebên cuda debe.
Li gor Mesûd Barzanî terorîstan û dijminên mirovatiyê bi navê ola îslamê reftarek dirindane û dijî mirofan encam didin û binemayê îslamê têk didin.
Serokê herêma Kurdistanê herwaha hêvî kir ku bi ev helkefta pîroz, deriyê xêr û xweşiyê ji bo xelkê kurdistanê û navçê vebe û dawî bi zilm û tundî û dagirîkeriyê bêt û welatê me aramî û bextewerî de bijîn.