top of page

Karter: Amerîka li pişta Pêşmerge ye..We şerefek mezin tomar kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka kir û di wê hevdîtinê de, Ashton Karter got ku gelê Amerîka li pişta Hêzên Pêşmerge ye. Herwiha ji Pêşmerge re got, we şerefeke mezin ji bo xwe û gelê xwe tomar kir.

Roja yekşem 11.12.2016 li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ashton Karter Wezîrê Bergiriya Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Elissa Slotkin Cîgirê Wezîrê Bergiriyê û Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û General Dawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên Wezareta Bergiriyê yê Amerîka pêkhatibû.

Di civînê de, Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge ya li serkirdayetîkirina şerê DAIŞê û têkşikandina terorîstan kir û her wiha pêzanînên xwe ji bo hemahengî û karê hevbeşa Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê hebû ku bûye sedema hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û bi vê sedemê ve destkeft û serkeftineke mezin li şerê DAIŞê de bi dest ve hatiye.

Her wiha spasî bi cîh gihandina sozên Serok Barzanî û Pêşmerge ya li bi cîhkirina rêkkeftinan û têkşikandina DAIŞê kir. Eve jî xisterû ku gelê Amerîka palpiştê Pêşmergeye û piştevanê li operasyona li navbirina DAIŞê dike. Li beşekî dinê axaftina xwe de Wezîrê Berevaniya Amerîka ragihand ku welatê wan pabendî wê peymanê dibe ku li gel Pêşmerge da ya li warê hevkariya serbazî û darayiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de heye.

Li beranber da Serok Barzanî spasî Serok û Cîgirê Serok û Wezîrê Berevanî û gelê Amerîkayê kir ku piştevanê gelê Kurdistanê ne li şerê dijî terorê da û ji bilî balkişandina li ser qurbanîdana Pêşmerge eve jî ragihand ku Pêşmerge li şerê terorê da ewê li ser milê wî bûye bi serkeftî encam daye. Serok Barzanî behsa gefa DAIŞê û hizra terorê ya li ser hemû mirovayetî û jiyanê kir û li ber çav girtina rol û pêgeha Amerîka li asta cîhanê da bi pêwîstî zanî ku Amerîka li berpirsiyariya xwe ya ji bo berevanîkirina li azadî û bihayan de berdewam bê.

Her li vê civînê de ku bi amadebûna hejmarek berpirsên serbazî û siyasî ya Herêmê birêveçû, behsa rewşa meydanî ya bereyên şerê terorîstan li parêzgeha Nînowa û her wiha hengavên şerê dijî DAIŞê li Sûriye kirin. Hêjayî gotinê ye ku berî civîna Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîka li rêwresmeke taybet da Madalya Azayetiyê ya Wezareta Berevaniya Amerîka ji aliyê Wezîrê Berevaniya Amerîka ve bi nûnerayetiya hemû hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêşkêşî çar Pêşmergeyan kir û li rêwresmê de Wezîrê Berevaniya Amerîka li gotareke kurt da behsa azayetî û wêrekiya Pêşmerge kir û pesnê rola Pêşmerge kir ku qehremanane karî DAIŞê têkbişkîne. Her wiha eve jî bi Pêşmergeyan got ku "We şerefeke mezin ji bo xwe û gelê xwe tomar kir".

bottom of page