ENKS: Roja şemiyê meşa mezin e

AVESTA KURD 2000 - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyeke nivîskî de banga xwepêşandanên sertaserî li xelkê Rojavayê Kurdistanê kir. Emîndariya giştî ya Encûmena Kurdî ENKS daxwaz ji tevahiya encûmenên xwe yên xwecihî li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê kir, ku roja Şemiyê û bi helkefta roja cîhanî ya mafê mirovan dakevin kolanan û xwepêşandanên girseyî saz bikin.