Em têkoşerên bi destxistina xeyala dewletbûna Kurdistanê ne

Tevgera Ciwanên Kurdistanê di derbarê rêxistina Ciwanên Kurdistanê de gavek berpêşve avêt. Tevger di derbarê vê gava xwe de Raya Giştî ya Kurdistanêagahdar dike.

Daxûyaniya Tevgerê:

JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ RE

Di demeke ku derfeta dewletbûnê ji bo me Kurdan peyda bûye de, erka me ew e ku em bêtawîz û ji hemû wextan bêhtir ji bo dewletbûnê têbikoşin. Gelek aliyên vê têkoşînê hene. Ji ber ku têkoşîna dewletbûnê him li derve him jî li nava Kurdan berdewam e. Bêgumandi vê têkoşînê de xala girîng têkoşîna nava Kurdan e.

Loma divê Kurdên serxwebûnxwaz/dewletxwaz, li hemû derên cihanê

birêxistin bibin, organize bibin û bibin hêzeke mezin ku vê derfeta dewletbûnê karibin bi kar bînin.

Îro gelek dewletên mezin, ji bo berjewendiyên xwe, amadene bi dewleta Kurdistanê re têkiliyan dêynin û kar bikin. Lê pirsgirêka mezin ew e ku etegrasyonparêzên di nava Kurd de îro bi hemû hêza xwe li dijî dewletbûna Kurdistanê tevdigerin. Eşkere dijîtiya dewletbûna Kurdan dikin, dixwazin fikrê dewletbûnê lawaz bikin û êrişî nirxên netewî dikin. Gel

ek mînakên wan hene. Mînaka herî dawî êrişa Ala Kurdistanê li Amûdê ye.

Asta entegrasyonparêziyê û cureta entegrasyonparêzan ew qas bilind bûye ku dikarin li Kurdistanê Ala Kurdistanê bişewitînin, eşkere qala veqetandina herêmên Kurdistanê bikin û bêtirs êrişî Kurdên dewletxwaz bikin.

Ger em dixwazin di vê sedsalê de bigihêjin mafê xwe yê dewletbûnê, divê em xwe organîze bikin û him li hember dagirkeran him jî li hember entegrasyonparêzan têkoşîneke bêtawîz bi rê ve bibin.

Bi vê armancê di demên pêş emê wek ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê civîneke li dar bixin û hewl bidin ku saziyeke netewî ya ciwanan ji bo hemû ciwanên Kurd ên cihanê ava bikin. Kes û rêxistinên ku wê di vê saziyê de cih bigirin wê ew kes û rêxistin bin ku zimanê Kurdî, Ala Kurdistanê, Sirûda Netewî Ey Reqîp, axa Kurdistanê û mafê dewletbûna Kurdan ji bo wan xetên sor bin û li ser nîqaşê jî nekin. Ev sazî wê ji wan kes û rêxistinan pêk bê ku di têkoşîna serxwebûnê de bênîqaş piştgiriya Cenabê Serok Mesûd Barzanî dikin.

Piştî civînê emê agahiyên berfirehtir bela bikin. Lê ji naha ve divê bê zanîn ku ger em li hember dijmanan û entegrasyonparêzan xwe organize nekin û nebin hêzeke mezin, wê dewletbûn wek xeyeleke bimîne. Lê em êdî ji xeyalan têr bûn û em dixwazin vê rastiyê bi dest bixin. Em têkoşerên bi destxistina xeyala dewletbûna Kurdistanê ne.

TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ

06.12.2016