top of page

Eşwaq Caf: Malikî fitne dixe nav kurdan

KURDİSTAN TV - Parlamentera PDKê li Parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf got; “Hevpeymaniya şieyan ti daxwaziyên kurdan qebûl nekirine û Nûrî Malîkî jî hewl dide derza navbera partiyên kurdan de kûrtir bike.”

Parlamentera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf, derbarê civînên parlamentoyê û mijara bûdceyê ji Rûdawê re ragihand; “Ji ber ku freaksiyonên Kurdistanê ne yekgirtî ne, aliyên din hewl didin vê derza nav mala kurd kûrtir bikin. Nûrî Malîkî serokatiya vê hewlê dike.”

Caf diyar kir, ku endamên ser bi partiya Malîkî bi eşkere ji medyaya erebî re dibêjin, çend ji destê wan tê ew partiyên kurdan ji hev dûr dixin û wiha axivî:

“Planên Malîkî yên xula beriya niha eşkere bûn. Bêyî fermana civata wezîran meaşê xelkê Kurdistanê birî. Bi taybet piştî ku nekarî careke din bibe serokwezîr hewlên xwe zêdetir kirin.

Ew diditrsin, ku rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser rizgarkirina Mûsilê, bibe sedema rêkeftina aborî û bûdceya 2017ê. Malîkî dixwaze tola xe ji kurdan bistîne. Ji ber ku ew di wê baweriyê de ye, kurdan nehiştiye cara sêyemîn ew bibe serokwezîr.

bottom of page