Şewitandina Ala Kurdistanê tawanek netewiye
Lê PYD pişta xwe daye rejimê û şerê kurda dike.Gelek berpirsên ENKSê û partiyên di nava ENKSê de, girtine û di zindanên PYDê de ne. Tenduristiya wan ne başe.
Di serî de ENKS û xelkê kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo azad kirina girtiyan xwepêşandana dike û zordariya PYDê ji Raya Giştî re eşkere dike.
Herî dawî çekdarên PYDê li Qamîşlo êrîş birin ser xwepêşandanê û hinek kes bîrindar kirin. Çekdarên PYDê avêtin ser avahiya ENKSê, PDKS û PYKSê û hinek kes girtin û birin.
Li Bajarê Amudê ser avahiya du partiyan de girtin û avahi têkbirin. Ala Kurdistanê li ser avahiyê anin xwar û avêtin erdê. Herweha destdirêjahiyek ne ehlaqî kirin û Ala Kurdistanê şewitandin.
Em her destdirêjî û bêrêziya li himber sembola netewî Ala Kurdistanê şermezar dikin. PYD dê di bin vî tawanî de bimîne û ev kiryar bibê rûreşiyek mezin ji bo siyaseta ku dikin.
Ala Kurdistanê dê her tim bilind be. Di vê pêvajoya ku behsa ragihandina dewletek Kurdistanî tê kirin helwesta ku li dijê nirxên Kurdistanî tenê dikeve di xizmeta dijminên Kurdistanê de.
Divê ev kiryara PYDê ji aliyê her kurdekîve bê şermezarkirin û ew bêne rejimandin.
4.12.2016
M.Emin Kardas
Serokê
Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye PDK-T