top of page

Diplomakarê Amrîkî: Bêguman Herêma Kurdistanê dibe dewlet

BasNews - Diplomatkarê Amerîkî ragehand ku bêguman Herêma Kurdistanê dibe dewleteke serbixwe.

Siyasetmedar û balyozê berê yê Amerîka li Hirvatîstan(Krevatia), Peter Galabraith ji bo K24ê ragehandiye ku deriyê serxwebûna Kurdistanê vekiriye û “ Xelkê Kurdistanê bi xwe biryar dide bi vê rêyê de biçe an ne.”

Peter Galbraith herwaha ragehand ku di demek nêzîk de herêma Kurdistanê dibe dewletek serbixwe û di vê baweriyê deye ku dê welatên çîhanê û bitaybet dewletên rojava dê piştevaniyê bidne Kurdistanê.

Herwaha diplomatkarê Amerîkî amaje da ku ji bo serxwebûnê divê berpirs û hemwelatiyên Kurdistanê pêkeve hewl bidin “Eger benda vê yekê bên ku dewletên din ji bo wan bêjin keremkin serbixwe bin ev yeke pêk nayê ji ber ku Amerîka û Ewropa danûstandinê li gel tişte heyî dikin.”

Li gor Peter Galbraith Kurdistan ji bo serxwebûnê zor ji wan welatên wek Litvanî û Krevatia û başûrê Sûdanê baştir û amadetire.”

Herman Xalid

bottom of page