top of page

PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ-TIRKIYA

Ji Bona Serok Komarḕ Dewletḕn Yekbuyî Emerîka, Birḕz Donald Trump Re Serokḕ Birḕz Em Partiya Demokrata Kurdistanḕ - Tirkiyḕ bi hilbijartina cenabḕ we bona serokatiya DYE xweşbin û şadûman bûn. Di karḕ wḕ de em ji we re serkeftinḕ dixwazin. Ekselans; Em di sedsala 21 an de dijin. Lḕ mixabin netewa Kurdistan hîna negihiştiye maf û azadîyḕn xwe. Miletḕ Kurd di Rojhilata Navin de xwediyḕ gelheyek ji 50 milyonî zḕdetir e û erdnigariya wḕ jî 600 hezar Km2’ye, lḕ hêjî Kurd bê xwedî dewletin. Ev gelḕ bḕ dewlet û mezlûm di bin bandora çar dewletḕn dagirker de dijîn û hemû hḕjayiyḕ wan dibin esaretḕdene. Ev yeka hanḕ, ji bona Cihana îro ya pḕşketî û demokrat şermeke mezin e. Em Kurd hḕvî dikin ku cenabê we, weke serokê DYE xwedî li vî gelḕ mazlûm û mexdûr derkeve. Netewa Kurd ku li Rojhilata Navin xwedîyḕ şaristaniye ke kevnare ye,ew ji demeke dirḕj û vir de netewa Emerika weke dost û hevalḕ xwe dibine. Em silavḕn gerim ji we re dişinin û serkeftinê ji cenabê we re dixwazin. Bimînin di xweşiyḕ de. 18.11.2016

Serokḕ Giştî Mehmet Emin KARDAŞ

bottom of page