Serok Barzanî: Armanca me asayiş û bexteweriya Xristiyan û Êzdiyan e
Roja sêşem 22.11.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Bernard Kazwa Endamê Encûmena Pîrên Fransa û şandeke li gel kir.
Di wê hevdîtinê de Serokê şandê silav û rêzên Serokê Encûmena Pîran a Fransa bi Serok Barzanî gihand û her wiha behsa li wê yekê kir ku welatê wan gelek bi girîngiyê ve temaşa jiyana siyasî û civakî û aborî ya Kurdistanê dike û agahdarî qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistane.
Her wiha ji bo serkirdayetîkirina serkeftiya şerê terorîstên DAIŞê destxweşiyê li Serok Barzanî kir û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî û kesukarê şehîdên Pêşmerge kir ku canê xwe li şerê dijî terorîstan da gorî kirine û ragihand Pêşmerge li asta cîhanê de bûye semboleke mezin û cihê şanaziya cîhanê.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasî Serokê Encûmena Pîran a Fransa kir û ji bilî balkişandina serdana Serokê Fransa ya Hewlêrê û di destpêka êrîşên DAIŞê de, tekez li ser dostayetiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê kir û spasî hemû aliyên siyasiyên welatê Fransa kir ku hevsozê êşên gelê Kurdistanê bûne.
Serok Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de tîşk xist ser qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstan û parastina pêkhatên neteweyiyan û ragihand Pêşmerge cihê şanaziya gelê Kurdistanê ye.
Her wiha behsa operasyona azadkirina Musilê kir û wê yekê xisterû ku Pêşmerge wê rola ku li operasyonê da li ser milê wî bûye bi serkeftî encam daye û hêlên bergiriyên DAIŞê li dewrûbera Musilê de têkşikandiye.
Her wiha balkişand li ser wê yekê ku armanca me ya serekî piştî DAIŞê dabînkirina asayiş û bexteweriya xelkê navçeyê bi taybetî Êzdî û Mesîhî û li her rêkkeftinek da jî divê daxwaza runiştvanên navçeyê jî li ber çav bê girtin ku çi aliyek asayîşa navçeyê dabîn bike.
Her di vê kombûnê de behsa rewşa koçberan û rewşa siyasî û emnî ya Sûriye û pêşhatên siyasiyên dawî ya Tirkiyê û paşaroja Herêma Kurdistanê kirin.