ENKS: Amede ne bi TEV-DEMê re lihev bikin

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku, niha bizaveke Frensî û Amerîkî heye ji bo lihevhatinekê di navbera TEV-DEM û ENKSê de.

Serokê Xwecihiyên ENKSê Mihsin Tahir di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Qamişlo ragihand, ENKSê amade ye ku hemû rêkeftinên ku bi Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re îmze kirine vejîne, Lê bi mercê serbestberdana hemû girtiyên siyasî, rawestendina yaseya leşkeriya neçar û yaseya birêxistina karê partiyan li Rojavayê Kurdistanê.

Ev daxuyaniyên ENKSê hatin, piştî ku Wezîrê Derve yê Fransayê Birnard Koşnêr yê berê û Sînatorê Amerîkî Petir Kalbris di çend rojên borî de hin civînên cuda digel serkirdên ENKS û TEV-DEMê pêk anîn.

K24