Mihemed Hacî Mehmûd: Pêwîste hemû partî bersiva daxwaza Barzanî bidin
Sekreterê partiya sosyalîst a demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berî naha Barzanî di civîna partiyan de pêşneyar kir ku kesekê diyar bikin bo serokê herêma Kurdistanê, ezê jî ji naha ve alîkar bibim û naha jî beyanameyek derxist ku kesekî li cîhê wî de diyar bikin bo erkê serokê herema Kurdistanê.’’
Herwaha got: ‘’Naha rewşekî metirsîdar heye li Kurdistanê û navçeyê. Heta kesek pêşwext neyê diyar kirin bo vê erkê, nabe ew cîh vala bê hiştin, ji ber vê daxwaza Barzanî dihêle ku hemû partî bicivin û biryar bidin û vê derbarê de bigehin encamekê.’’
Mihemed Hacî Mehmûd got heta naha hemû partî kom nebûne û ti biryarek jî tuneye ku kombibin û bicivin, ka bê zanîn kes heye wî erkê bikare bicîh bîne yan na? ji ber vê: ‘’ Naha top di lingê hemû partiyan de ye.’’herwaha li ser çalak kirina parlamentoyê jî got: ‘’Eger hemû partî xwedî îrade bin hemû pirsgirêk çareser dibin.’’
Şeva borî serokê herêma Kurdistanê peyamek belav kir û di wê peyamê de ragehand: ‘’Hemû partî li vê rêkbikevin ku hikûmeteke nû bê ava kirin û kesek jî bo serokatiya herêma Kurdistanê, heta helbijartinê bê destnîşan kirin, ku erkê serokatiya herêmê bigre serxwe û ez jî bi hemû hêza xwe ve dê alîkariyê bidim vê piroseyê. ‘’