Xelkê Başîkê: Serok Barzanî tirs di dilê me de nehişt..Gotara wî dîrokî ...
Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî serdana Başîkê kir û ligel rihspiyên pêkhateyên Başîkê civiya û li wir gotarek pêşkêş kir.
Rêveberê Nahiyeya Başîkê Zenûn Yûnis ji Malpera KDP.info re ragihand: “Em piştgerim in bi Hêzên Pêşmerge li devera me û Serok Barzanî em piştrast kirin ku kes nikare careke din destê xwe dirêjî xelkê van navçeyên Kurdistanê bike.”
Zenûn Yûnis wiha got: “Nahiyeya Başîkê cihê pêkvejiyanê bû û ji kevin de xelkê wê ji Xristiyan û Êzdî û Misilmanan pêk tê û ti pirsgirêkek di navbera wan de tune bû, duhî jî hemû pêkhate li pêşiya Serok Barzanî amade bûn û soz dank u li ser wê pêkvejiyanê bijîn û pêş bixin. Xelkê Başîkê hêvî dikin ku zû xizmetguzarî vegerin navçeyên wan da ku vegerin ser mal û halê xwe.”
Şêx Hesen Elî ku xelkê nahiyeya Başîkê ye ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina Serok Barzanî bo nahiyeya Başîkê piştî azadkirina wê, rojekî dîrokî û pîroz bû di dîroka Kurdistanê de bi giştî û bi taybetî jî bo Başîkê. Ew hêviya me bû ku Serok Barzanî serdana navçeya me bike. Herwiha ew gotara ku pêşkêş kir bû cihê dilxweşiya xelkê û metirsî di dilê wan de nehişt, dema got Hêzên Pêşmerge ji navçeyên wan venakşin û wan bi tenê nahêlin. Herwiha piştî wê gotinê niha xelk lave dikin ku zû vegerin ser mal û halê xwe.”
Derbarê heman mijarê, Îdrîs Elî Xamoka ku ew jî xelkê Naşîkê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana Serok Barzanî ji nêzîk ve bo Başîkê dîrokî bû ji ber ku em % 100 piştrast kirin bi taybetî dema ku got Pêşmerge venakşin û careke din kes nikare destê xwe dirêjî wan bike. Gotara Serok Barzanî em kêfxweş kirin û hêviya vegerê ji me re vegeriya, lê em daxwaz dikin Başîk bê paqijkirin ji bomb û mayînan û xizmetguzarî bên pêşkêşkirin.”