Kerkûkî: DAIŞ li Kerkûkê hat şikestin û şeperze bû
herwiha Hêzên asayişê û Pêşmerge di amadebaşiyê de ne û nahêlin ew terorîst
bajar dagîr bikin.
Dr. Kemal Kerkûkî Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê ji malpera KDP.info re
ragihand: “Duhî danê êvarî terorîstên DAIŞê êrişê Hêzên Pêşmerge kirin lê em zû li
wan hatin hev û me bi tundî li wan dan. Me cihê wan dan balafirên şer ên
hevpeymaniya navdewletî û wan balafiran jî bi tundî li wan dan û 6 otomobîlên
wan ên bombekirî jinav birin û 2 doşke û komek çekên din jî jinav çûn û zêdetirî 30
çekdarên wan jî hatin kuştin û hatin şikestin û jinavbirin.”
Kerkûkî wiha got: “Terorîstên DAIŞê nikarin bigihên armanca xwe û nikarin rewşa
bajarê Kerkûkê têk bibin û herwiha nikarin bajar dagîr bikin. DAIŞ nikare li Kerkûkê
bigihê armanca xwe, ji ber ku xelkê bajêr li dijî terorîstan e, herwiha Hêzên asayişê
û Pêşmerge di amadebaşiyê de ne û nahêlin ew terorîst bajar dagîr bikin.”