Serok Barzanî: Îro 200 km çargoşe hat rizgarkirin..Mûsil dê bê rizgarkirin
rojnamevanî de derbarê operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge li Xazirê ragihand ku
di îro 200 kîlometir çargoşe hat rizgarkirin û derbeyên mezin li DAIŞê ketin. Serok
Barzanî got ku ew nahêlin çarenivîsa Mûsilê heman çarenivîsa Helebê be.
Serok Barzanî di wê kongireyê de ragihand: “Îro rojekî dîrokî ye di şerê li dijî terorê
de ku serkeftinên pir mezin hatin bidestveanîn. Çendîn civîn di navbera berpirsên
leşkerî yên Pêşmerge û hêzên Iraqê de beriya destpêkirina operasyonê hatibûn
kirin û herwiha ez jî çûm Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyam û
li wir me biryara operasyona Mûsilê bi awayekî hevbeş da.”
Serok Barzanî tekez kir li ser serkeftina operasyonê û ragihand ku îro û heta niha
zêdetirî 200 km çargoşe hatiye rizgarkirin û ev jî qonaxa yekem e bo azadkirina
Mûsilê, ku ew operasyon hevbeş e di navbera hêzên Iraqê û Pêşmerge de.
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bi pêwîst dizane spasiya
Hevpeymaniya Navdewletî bike li ser alîkarî û piştevaniya Hêzên Pêşmergeyên
qehreman û hêzên Iraqê di vê operasyonê de, ku ziyanekî mezin gihandine DAIŞê.
Serok Barzanî wiha got: Hêvîdar im ev operasyon bi serkeftî bi dawî were û Mûsil
rizgar bibe û ev hevbeşiya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de bibe dersek ku
hemû pirsgirêkan bi têgiheştin û diyalogê çareser bibin û ev hevahengî berdewam
bibe heta piştî şerê DAIŞê jî.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Ez niha jî tekezî li ser wê yekê dikim, ku me
dixwast li gel plana serbazî, plana leşkerî jî heba bo piştî rizgarkirinê, lê belê aliyên
din lez bûn, her ji ber wê em rêkevtin li ser wê ku em komîteyeke hevbeş di
navbera Herêm û Bexdayê de damezrênin, da ku hewl bidin kontrola her bûyereke
nexwastî bikin, eger rû bide yan her giriftek ku were pêş.”
Mesûd Barzanî destnîşan kir: “Alternatîva wê rêkevtina siyasî, teqrîben ew komîte
dibe, bêguman em bi hemû şiyanan hewl didin, înşala ti demî (Mûsil) weke Helebê
lê nayê.”
Derbarê hêzên leşkerî yên Tirkiyê li Başîkê û aloziyên navbera Tirkiye û Iraqê de,
Serok Barzanî ragihand: “Em li ser wê baweriyê ne, ku gerek têgihîştin li ser vê
kijarê di navbera Enqere û Bexdayê de hebe.”
Li ser hemahengiyên navbera Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge jî, Serok Barzanî
ragihand: “Ev hemahengî dê berdewam be, îro qonaxa yekem e, hêj şerê Mûsilê
gelek maye, wisa bi zû timam nabe. Piştî wê jî em ji aliyê xwe ve amade ne, ku ev
hemahengî berdewam be. Renge DAIŞê bişkê, înşalah jî dê bişkê, lê belê renge
rêxistineke din a pîstir ji DAIŞê serî hilde bi nav û navîşaneke din. Her ji ber wê jî
ev hemahengî bo pêşerojeke dûr jî pêwîst e. Em ji aliyê xwe ve amade bûn, berî ku
DAIŞê were Mûsilê jî, em bo wê hemahengiyê amade bûn, lê belê aliyê din ew
amadeyî nebû. Ji niha û pê ve jî eger ew amadeyî hebe, em amade ne.”
Serok Barzanî di bersiva pirsyarekê de ku gelo piştî operasyonê dê guhertin di
demografiya Mûsilê de çê bibe yan na, wiha bersiv da: “Derbarê guhertina
demografiya deverê de jî, bi ti awayî ti guhertinekê bi ser de nayê.”
Herwiha di bersiva vê pirsyarê de jî, ku gelo çima Hêzên Pêşmerge ketin pêşiya
Artêşa Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê got: “Li hinek deveran, pêşmerge bi tenê
êriş biriye, li hin deveran jî bi hemahengî û hevkarî li gel Artêşa Iraqê bûye, li hin
deveran jî yekîneyên leşkeriyên din.”