Operasyona Musilê gavek ber bi serxwebûnê ve ye
Operasyona Musilê gavek ber bi serxwebûnê ve ye
Eve demek dirîje behsa azadkirina Musilê ji bin destê DAÎŞê tê kirin. Piştî serdana serokê Kurdistana ya Bexdayê prosesa operasyona Musilê destpêkir.
Îro berê sibehê di bin fermandariya serokê Kurdistanê Mesud Barzanî de operasyona azadkirina Musilê destpê kir. Pêşmergeyên Kurdistanê gav bi gav berbi armanca xweve çû û demek kurt de serkeftinek dîrokî destve anî.
Serokê Kurdistanê Mesdud barzanî li eniya Xazirê ya şer konferansek çapemeniyê li darxist û cardin dengê pêşmergeyên Kurdistanê gihand hemû cîhanê.
Morala Pêşmergeyê Kurdistanê bi vê helwesta serok û serokwezîr bilindtir bû. Kurda bi cîhanê da zanin ku ne qehremaniya pêşmergeyên Kurdistanê be, têkbirina DAÎŞê ne mimkine.
Bê guman operasyona Musil destpêka pêvajoyek din a siyasî ji bo Kurdistana Başûr e. Ev pêvajo tê wateya despêkirina prosesa ragihandina dewleta Kurd e. Ji bo vê armanca pîroz divê kurd hemû xwe li dora serokê Kurdistanê kom bibin û yekrêziya xwe pêkbînin.
Em wek partî bi hemû hizir û heyîna xwe pêşgiriya serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dikin.
Bijî Pêşmerge
Bijî Kurdistan
M.Emin Kardaş
Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye
(PDK-T)