top of page

Babe Şêx bangî gelê Mûsilê kir

BasNews -Şerîf Felah - Rêberê ola Êzdiyan, bangî hemû gelê Mûsilê kir, ku alîkar bin bo rizgarkirina revandiyên êzdî û daxwaz ji hemû hêzên beşdarê operasyona kontrolkirina Mûsilê jî kir, keç û jin û zarokên êzdî rizgar bikin.

Rêberê êzdiyan Babe Şêx Xirto Hacî ji BasNewsê re diyar kir: ’’Bi hezaran keç, jin û zarokên êzdiyan ketine destê rêxistina terorîst a DAIŞê. Naha operasyona kontrolkirina parêzgeha Nînowa û Mûsilê destpê kiriye, gelek revandiyên êzdiyan hîn girtî mane di destê terorîstên DAIŞê de.’’

Herwaha got: ’’Em daxwazê ji serokên eşîr û kesayetên Mûsilê û mamostayên hemû tax û cîhên Mûsilê dikin, kar bikin bo rizgarkirina revandiyên êzdiyan.’’

bottom of page