Serok Barzanî mafê rewa yê gelekî dipejirînînê
Pirs: Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye? Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin?
Rojhilata Navîn ber bi guhertinek mezin ve diçe. Hemû aliên Kurdistanê bûye qada şer.
Li Başûrê Kurdistanê Pêşmergeyên Kurdistanê sinorê Kurdistanê bi xwîna xwe kifş kirine.
Di vê qonaxê de garantiya ewlehiya Kurda ragihandina dewletek serbixweye. Birêz Mesud Barzanî ji bo serxwebûna Kurdistanê di nava hewldanek mezin de ye. Serxwebûna Kurdistanê daxwaza her kurdek welatparêze. Mesud Barzanî dixwaze vê daxwaziya kurda bi cih bike.
Li Başûr ji bo ragihandina serxwebûnê amadehiya referandumê tê kirin.Em wek Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye bi mil û dil pêşgiriya helwesta serokê Kurdistanê dikin.
Di baweriya me de serxwebûn mafek rewa yê gelê Kurdistanê ye. Bê ku referandumek jî pêkwerê , kurd dikarin serxwebûnê ragihînin. Lê konjoktora siyasî di cihanê de berbiçav tê girtin.
Em xebata serok Barzanî ya ji bo ragihandina dewleta serbixwe wek xebatek pîroz dibînin. Herweha divê gelên Kurdistanê, aliyên siyasî her kurdek welatparêz bê qeyd û şert pişgiriya vê pirojeya pîroz bikin.
Serok Barzanî mafê rewa yê gelekî dipejirînînê.
Herweha tê zanîn ku ji bilî serxwebûnê tu rê li pêşiya Kurdistana Başûr nemaye.
Em çewe serxwebûnê wek mafek rewa yê Kurda dibînin, herweha dibînin ku gerek di qada cîhani de û gerek jî herêmê de zemîna ragihandina dewleta Kurdistanê heye. Ji xwe kesayetek berz wek serok Barzanî heta vê zemînê nebîne behsa projeya serxwebûnê jî nake.
Ev zemina siyasî heye û divê ev yek yanî ragihandina dewleta Kurdistanî werê kirin.
Ez cardin dixwazin bêjim ku em wek PDKT bi hemû awayî li gel serokê Kurdistanêne û bawerdikin ku, dê ev xewna kurda bibe rastiyek.
M.Emin Kardaş
Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye(PDK-T)
ROJEVAKURD