Du rojnamewanên din yên navdar ên Tirkiyeyê hatin girtin
KURDİSTAN - Hat ragihandin ku her du birayên rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan û Mehmet Altan ji ber axaftinên xwe yên di bernameyeke televîzyonê de hatin desteserkirin.Hêzên ewlekariya Tirkiyê îro danê sibê rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan û birayê wî Prof. Dr. Mehmet Altan desteserkirin.Platforma Rojnamevaniya Azad (P24) ragihand ku her du birayên Ahmet û Mehmet Altan bi hevre beşdarî bernemayekê televîzyonî bûne û li ser axaftinên xwe yên di vê bernameyê de hatine desteserkirin.