Astenga serxwebûnê di nava kurdan de ye
Ragihandina serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê, hemû rewşa Rojhilata Navîn diguherîne. Rewşa siyasî, cografî û civakî bi temamî dikeve astek din de.
Bandora xwe li dewletên herêmê dike. Dewleta Kurdî, dê bandora xwe di nava hemû kurdan de bike. Kurd dê behtir di çerçova xetek netewî de siyasetê bikin û daxwazên Kurda tên guhertin.
Dewleta Kurdistanî dibe bûyerek dîrokî û di herêmê de hemû hesabên siyasî tevlîhev dike. Heta radeyekî berê tevgera azadixwazên Kurdistanê ji çewtiyan dide aliyekî.
Dewletên herêmê mecbur dimînin siyaseta xwe ya dijê kurda biguherin. Ev yek bivê nevêye.
Îro li Ewropa û Amerika bayek erênî ji bo damezirandina dewlete Kurdistanî heye. Hêdî dema behsa serxwebûnê tê kirin di cih de li dij dernakevin. Gelek siyasetmedar, rojnemevan û rewşenbîrên Ewropî û Amerikî serxwebûna Kurdistana Başûr wek pêwistiyekî dibînin û li gora vê jî hewldidin bandorê li siyaseta dewleta xwe bikin da ku pişgiriya helwesta Mesud Barzanî bikin.
Ji aliyek din li Iraqê, li Tirkiye hinek kesayet û rewşenbîr bê tirs behsa ragihandina dewleta Kurda li Başûr dikin. Ev yek hemû ji bo Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê tiştên nû ne.
Lê mixabin di nava kurdan de li Kurdistanê jî hinek aliyên siyasî ji bo ragihandina dewleta Kurdî astenga pêyda dikin.Ev aliyên astenga çêdikin bi vekirî li gora siyaseta dewletên ku Kurdistan dagir kirine tevdigerin. Başqe tu îzaha vê helwesta dijitiya ragihandina dewletê tuneye.
Heta radeyekî ev aliyên siyasî li himber hewldanên Barzani blokên siyasê ava dikin.
Berê xwe bidinê, PKK bi hemû dam û dezgehên xwe bi tundî li dijê ragihandina dewleta Kurdistanê derdikeve. Argumêndên PKK dide pêş vale ne û tu bingehê wan gotinan lîteratura siyasetê de tuneye.
Beşek ji YNK û Tevgera Goran li dijê dewleta serbixwe derdikevin. Piraniya cara ji bo bingehên xwe vê yekê wek PKKê vekirî neynin ziman jî lê di hewldanên xwe de dijitiya vê yekê dikin.
Pêwendîyên vî beşê YNKê û Tevgera Goran li gel hukumeta Bexadayê ji derê hukumeta Herêma Kurdistanê di vê çerçovê de ye. Li gel partiyên dijê Kurdistanê li Bexdayê tevdigerin.
Îran bi vê mebestê pişgiriya van rêxistina dike.
Dema behsa pêwendiyên van aliyên siyasî li gel rejimên herêmê tê kirin, di cih de dibêjin“ Pêwendiyên Barzani û Tirkan jî hene“ heta radeyekî Barzanî bi vê yekê tawanbar dikin. Lê rasti ne eve. Barzanî wek serokê Kurdistanê di qesra serokwezîrê Tirkiye de bi Ala Kurdistanê tê pêşwazî kirin. Ev pirsek dine. Barzanî tişta li Hewlêr dibêje li hemû paytextên dewletên ku serdanê dikê jî dibêje.
Herdemî mirov dikare vê pirsê di hemû platforma de gotubêj bike. Cureyê têkiliyan gelek cudane. Barzanî Li Tirkiye û hemû cîhanê behsa ragihandina Dewleta Kurdistanê dike. Lê aliyên din ji vê yekêre dibin asteng.
Di vê pêvajoya ragihandina dewletek Kurdistanî li Başûr di rojevê deye gelek pîvanên siyasî jî têne guhertin. Hêdî dijberê serxwebûnê dikevin di nava grubekî de ku tu cara nikarin hesabê vê yekê bidin miletê kurd.
Ji aliyek din ve ez bawer nakim tu cara bingehê PKK yan jî yê Goran li dijê Serxwebûna Kurdistanê bin. Li Bakur bi hezaran ciwan ji bo daxwazên netewî derketina çîya. Lê mixabin berê wan didin deverên din û siyasetek din.
Ji bo vê tucara insanên canê xwe ji bo welatê xwe milêtê xwe dide nabin dijberê destkeftiya herî rewa yê gelê xwe. Dijitiya ragihandina dewleta Kurdistanê nakin. Ji xwe belkî tirsa herî mezin ya desthilatên van siyaseta jî ev e.
10.9.2016
Dara Bilek