Pentagon êrîşên Tirkiye bo ser Kurdên şermezar dike
KURDİSTAN - Amerîka îro Duşemê dibêje, pevçûnên li Sûrîyê ku di navbera grubên ser bi Tirkîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengîya Kurdan de didomin, nayên qebûl kirin.
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîka Peter Cook bang li alîyên şerker kir ku şerên heyî demûdest rawistînin.
Cook got: Em bang li hemî alîyên çekdar dikin ku çekên xwe bêdeng bikin. Amerîka bi karîgerî hewil dide ku alozîya hetî nermtir be û lêhûrbûna hemî alîyan li ser şerê dijî DAIŞ’ê be ku wek gefa herî mzin e.
Nûnerê taybet yê Serok Obama di nav koalîsyona navnetewî Brett McGurk jî got ku Pentagonê şerê li Cerablusê şermezar kir û ragihand ku hêzên Amerîkî bi ti awayî di pevçûnan de cîh negirtine.