Li Bexdayê civîna şandeya Kurdistan û Amerîkayê
Balyozê Amerîkayê ku, wezîfeya wî li Bexdayl bi dawî hatiye, li hember hevdîtina bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê re kêfxweşiya xwe diyar kir û sipasiya wê piştgirî û hevkariya Herêma Kurdistanê pê re kirî dema ku ew balyozê Amerîkayê li Îraqê bû kir û tekîd li ser zêdetir xurtkirina têkeliyên Kurdistan û Amerîkayê kir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya balyozê Amerîkayê kir ji bona wan hewlên berdewamên ji bona zêdetir xurtkirina têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û hêvî xwest di karê xwe yê nû de serketî be.
Barzanî behsa civîn û dîdarên di navbera şandeya Herêma Kurdistanê û berpirsên hikûmeta Îraqa federal de li ser pirsên cuda hatîne encam dan kir û tekîd li ser wê yekê kir ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê madeye hemû pirsan digel Bexdayê hevkar be û hemû pirsan bi awayekî çareser bikin ku di berjewendiya her du aliyan de be.
Rewşa emnî û siyasî li Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawiyê yên cenga dijî terorîstên DAÎŞê û çend pirsên din hin mijarên din yên civînê bûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê