Serok Barzanî: Guhertinên mezin di rê dene
Serok Barzanî ragihand ku di civînan de mijara tekoşîna li dijî DIŞIê, rojeva sereke bûye. Herdu aliyan li ser çonetiya tekoşîna li dijî vê rêxistinê bi rêkeftine.
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku li herêmê guhertinek mezin di rê de ye. Ji ber vê jî pêwîstî bi hemahengî û nêzîkbûnek zêdetir heye.”
Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku pêvajoya aştiyê jî mijarek din ê pir giring e. Lê diyare ku ji bo vê hê jî dem pêwîste û wiha axivî: Niha dem û karek zêdetir pêwiste. Lê mixabin di vê dema dawiyê de tiştên gelek nexweş rûdane. Lê em hêvîdar in ku di rojên pêş de careke din pêvajoya aştiyê destpê bike.”
Serokê Kurdistanê Mesûd daxuyand ku di hevdîtinan de mijara dibistanên nêzîkê Tevgera Gûlen jî hatine gotûbêjkirin û diyar kir, ku aliyan li ser çareseriyekê guncaw lihev kirine ku ziyan negehe xwendekarên Kurdistanê.
0