top of page

Rastiya Rojavayê Kurdistanê û PYD

Rojevakurd.com / Di derbarê Kurdistana Rojava de Tevgera Ciwanên Kurdistanê daxuyaniyek ji bo Raya Giştî belav kir. Tevger dibêje:

“ PKK/PYD astengeke mezin e li pêşiya dewletbûna Kurdistanê. Lê bi kiryarên xwe û bi gotinên xwe zelal e/samîmî ye/ li ser xeta xwe ye. Dibêjin ku ew li dijî dewletbûnê ne û li gor wî tevdigerin. Astenga ji PKK/PYD mezintir; ne zelaliya/ne samîmîbûna/ ne li ser xeta xwe bûna serxwebûnxwaza ye.“

Daxûyaniya Tevgerê:

JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ RE

Dema li Sûrî şerê rejîmê û mihalifan destpêkir, derfeteke zêrîn kete destên Kurdan ku karibin perçeya başûrê rojavayê Kurdistanê azad bikin. Çawa ku azadiya başûrê Kurdistanê destên Kurdên perçeyên din xurt kir, wê azadiya perçeyeke din destên me xurttir bikirana.

Piştî şerê navxweyî ya Sûrî, partî û rêxistinên Kurdan dest bi xebatan kirin. Lê ji alî çekdarî ve xwe xurt nekirin. Ev jî bû sedem ku vê derfeta zêrîn wenda bikin. Di vê valahiyê de PKK/PYD ku di bin kontrola dagirkeran de ye bi zora çekan li başûrê rojavayê Kurdistanê bû desthilatdar. Her çi qas ku miletê Kurd bi piranî ne li piştawî be jî, ji ber ku li ser erdê ew hene û çek di destên wan de ye li wê perçê peyva wan derbas dibe.

PYD piştî ku xwe xurt kir, pêşiyê berê xwe da Kurdan. Kurdên ku ne bi wan re ye girtin, kuştin û bûn sedem ku welatê xwe biterikînin û birevin.

Di van demên desthilatdariya PYD de;

Bi sed hezaran Kurd ji ber kiryarên PYD dev ji axa xwe berdan û mecbûrî koçberiyê bûn,

Îro li başûrê rojavayê Kurdistanê Kurd nemane û ew ji bo bajarên Kurdan dibêjin ne bajarê Kurdan in,

PYD gelek Kurdên çalak –bi taybetî ciwanan- girt û di zindanên xwe de îşkence li wan kir,

Li Amûdê bi doçkayan êrişî xwepêşanderên sivîl kir û 6 ciwanên Kûrdistanî û çalak şehîd kir,

Rê da hemû rêxistinên qirêj ên Ereban û yên çepên Tirkan lê derbasbûna Pêşmergeyên Roj wek sedema şer nirxand/bi lêv kir,

Ala Kurdistanê û sûretên Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî qedexe kir,

Êrişî xwepêşanderên ku Ala Kurdistanê hilgrtibûn kir û ava bi derman bera wan da,

Nehişt ku cenazeyên Pêşmergeyên ku li hember DAÎŞê şer kirine û şehîd bûne derbas bibin,

Hemû serkeftinên leşkerî yên ku li ser ked û xwîna bi hezaran Kurdan bi dest xist dîyarîyê “hemû gelan” kir,

Heta niha bi îstikrar gotin ku ew perçeyeka “Sûrîyeya Demokratîk”in û li dijî dewletbûna Kurdan e,

Wan rojan dîsa digirin ser meqerên partiyên Kurdan, êrişî meqerê wan û Ala Kurdistanê dikin, Endamên wan digirin,

Herî talî Serokê ENKS Brêz Brahîm Bro girtin û nehiştin li başûrê rojavayê Kurdistanê bimîne.

PKK/PYD ne bi tenê bi kiryarên xwe yên li başûrê rojavayê Kurdistanê, bi giştî û li her derê li dijî dewletbûna Kurdistanê tevdigere. Armanca wî ya herî mezin jî têkbirina destkeftiyên başûrê Kurdistanê ye. Îlankirina kantonê li Şengalê, dagirkirina gundên başûrê Kurdistanê, daxwaza girêdana Kerkukê bi Iraqê ve nîşanên vê armancê ne.

Îro şerê parvekirinê ya sêyemîn li Sûrî didome. Armanca PKK/PYD ku Ala Kurdistanê qedexe dike, xebatên partiyên din asteng dike û mafê jîyanê ji Kurdan re nahêle ev e ku di encama vî şerî de Kurd tu destkeftiyan bi dest nexin û vê derfetê nikaribin bi kar bînin. Divê em zanibin ku PKK/PYD bi kiryarên xwe yên li başûrê rojavayê Kurdistanê, di eslê xwe de êrişî destkeftiyên başûrê Kurdistanê dike. Loma derbasbûna Pêşmergeyên Roj gelek girîng e. Ger Pêşmergeyên Roj derbas nebin û PKK/PYD li başûrê rojavayê Kurdistanê bigihêje armanca xwe, wê demê tu garantiya destkeftiyên başûrê Kurdistanê jî namîne û wê PKK/PYD êrişî başûrê Kurdistanê bike. Wê demê çawa destkeftiyên başûrê Kurdistanê destên hemû Kurdan xurt kiribe, wê wendakirina wan destkeftiyan destên me hemûyan li hember dagirkeran qels bike. Loma divê Pêşmergeyên Roj rokê zûtir derbas bibin û di vî şerî de cihên xwe bigirin. Ger hişmendiya PKK/PYYD li başûrê rojavayê Kurdistanê neşikê, xeteriya şikandina hişmendiya netewî li başûrê Kurdistanê wê mezin bibe.

PKK/PYD astengeke mezin e li pêşiya dewletbûna Kurdistanê. Lê bi kiryarên xwe û bi gotinên xwe zelal e/samîmî ye/ li ser xeta xwe ye. Dibêjin ku ew li dijî dewletbûnê ne û li gor wî tevdigerin. Astenga ji PKK/PYD mezintir; ne zelaliya/ne samîmîbûna/ ne li ser xeta xwe bûna serxwebûnxwaza ye.

PKK/PYD Kurdan dikuje lê navê wî nabe birakujî. Ji gelek aliyan deng dernakeve. Hemû kiryarên PKK/PYD tên jibîrkirin. Lê dema yek helwesteke li hember wan kiryaran nîşan bide, aliyên qaşo serxwebûnxwaz bi çîrokên “birakujî” û “yekîtiyê” derdikevin pêş û parastina PKK/PYD dikin û wan meşrû dikin. Medyaya Kurdan jî bi helwesta xwe dibe şirîkên van kiryaran. Ger îro PKK/PYD hîn wek hêzeke meşrû ya Kurdan tê qebûlkirin, tesîra/sûcê medyayê gelek e. Medyaya Kurdan di bin navê “objektîfiyê” de bingehê amade dike ku PKK/PYD xençera koletiyê di pişta Kurdan de rake. Em helwesta medyayê şermezar dikin. Bi vî awayî xizmetî berjewendiyên netewî nake.

Ji bo çareseriya van pirsgirêkan;

Divê navê PKK/PYD rast bê dayîn û li gor wî helwestên tund li hember wan bên pêkanîn,

Aliyên samîmî yên serxwebûnxwaz divê ne tenê li hember PKK/PYD li hember aliyên ku xwe serxwebûnxwaz nîşan didin lê bi kiryarên xwe xizmetî polîtiqayên PKK/PYD dikin jî xwedî helwesteke zelal û tund bin,

Divê xeta serxwebûnxwaz û xeta entegrasyonê ji hev zelal bibin û ev her du xet hesabên xwe yên navxweyî temam bikin,

Divê Pêşmergeyên Roj çi dibe bila bibe rojek zûtirîn derbasî ser axa xwe bibin û parastina miletê xwe bikin, an ewê li başûrê rojavayê Kurdistanê Kurd nemînin,

Heta em miemeleya cehşan bi cehşan û dûvikên wan nekin, heman miemeleyê ewê li hember me bikin.

Em bangî hemû aliyên serxwebûnxwaz dikin;

Em amadene bi hemû şexs/rêxistin/partiyên ku li ser van xetan zelal bin kar bikin.

An emê îro erka xwe bi cih bînin an jî emê bibin şirîkên kiryarên cehşan û bi wî awayî di nav rûpelên dîrokê de cihên xwe bigirin!

TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ

17.08.2016

bottom of page