Berpirsê DAIŞê, bi kincê jinan hate girtin
Navenda Nûçeyan – Berpirsê DAIŞê yê bakurê Efganîstanê Baz Mihemed, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate girtin.
Li wîlayeta Cuzcan a Efganîstanê, berpirsê DAIŞê yê bakurê Efganîstanê Baz Mihemed, dema dixwest bi dizî bireve, ji aliyê hêzên ewlekariya vî welatî ve hate girtin.
Baz Mihemed weke “waliyê sîber” ê DAIŞê jî dihate zanîn.
Beriya niha jî gelek çekdarên DAIŞê li Iraq û Efganîstanê di nav cilûbergên jinan de hatibûne girtin.
Hêzên Pêşmerge jî beriya niha çend çekdarekê DAIŞê bi heman awayî desteser kiribû.
Ji aliyê RÛDAW Demjimêrek berê