top of page

Pêşmerge li Şingalê cehenem anî serê terorîstan

16.08.2016

KURDİSTAN

Terorîstên DIŞIê li Şingalê ji 4 milan ve êrîşê Hêzên Pêşmerge kirin lê 60 kuştî li pey xwe hiştin.

Îro seet 04:30ê danê sibê terorîstên DIŞIê ji rojhilatê Şingalê ve, ji rexên navçeya Domîzê, Qabûsiye û Girûzêr ve êrîş anî ser çeperên pêşmergeyan û pêşmergeyan jî bi tundî bersif da.

Di vê derbarê de Fermandarekî hêzên pêşmerge bi nave Xalid Hemzo ragihand ku nêzîkê 120 terorîstên DIŞIê beşdarê vê êrîşê bûne û çekên sivik û giran bikaranîne.

Hemzo diyar kir li hindek deveran bi qasê ku bombeyên destî bavêjin hev, nêzîkê pêşmergeyan bûne lê nekarîne serkeftî bin.

Xalid Hemzo derbarê encamên pevçûnê de got: Pevçûnan çend demjimêran ajot. Ji 120 terorîstên ku hatibûn êrîşê, 60 ji wan hatin kuştin. 5 pêşmerge birîndar bûn ku me ew gihandine nexweşxaneyan. Çend pêşmergeyek jî bi sivikî birîndar in û pêwîstiya rêkirina nexweşxaneyê jî nedikir.”

bottom of page