top of page

Amerîka kiryarên PYDê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Endamê şanda ENKSê Xalid Elî ji Rûdawê re ragihand, ku şanda wan di serdana bo konsulxaneya Amerîka de, pêşhatên dawî yên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û Sûriyê bi giştî, herwiha nêrîna ENKSê ji opozisyona Sûriyê nîşan da.

Xalid Elî got, ku wan ji konsulxaneya Amerîka re behsa kiryar û binpêkirinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li dijî partiyên kurdî û rojnamevan û sivîlan kir. Elî tekez kir, şanda ENKSê û rayedarên Konsulaneya Amerîka herwiha behsa girtina Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û derxistina wî ji Rojavayê Kurdistanê jî kirin.

Elî herwiha destnîşan kir, Amerîka di vê civînê de dilgiraniya xwe li hember kiryarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê anî ziman û ew kiryar şermezar kirin.

Li gorî wî endamê şanda ENKSê, Konsulê Amerîka piştgiriya xwe bo ENKSê nîşan da û got, ku Amerîka dibîne ku ENKS dostekî stratejîk ê Amerîka ye.

Herwiha Konsulxaneya Amerîka dilgiraniya welatê xwe li hemberî girtina serkirdeyên ENKSê û rayedarên partiyên siyasî jî nîşan da.

bottom of page