top of page

Pêşmerge hemû deverên stratejîk kontrol kirin

BasNûçe - Endamê civata parêzgeha Mûsilê diyar kir, pêşveçûna hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û kontrolkirina deverên stratejîk, DAIŞ xistiye rewşeke xirab û li gor hin zanyariyan rêveberên DAIŞ’ê ji Mûsilê direvin û malbatên xwe jî birine. Endamê civata parêzgeha Mûsilê Bereket Şamo ji BasNewsê re ragehand, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêşveçûnê berdewam dikin. Operasyona îro ya di bin serpereştiya rasterast a Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de destpêkir destanekî dîrokî tomar kir. Ev serkeftina mezin a Pêşmerge xelkê deşta Mûsilê pir kêfxweş kiriye. Em hêvîdarin navenda bajêrê Mûsilê jî dê wûsa bi awayekî qehremanî bê rizgar kirin. Herwaha got, Pêşmergeyê qehreman ê Kurdistanê li hin eniyan de pir nêzîkî navenda bajarê Mûsilê bûye, terorîstên DAIŞê di şerê rizgarkirina gund û deverên Guwêr û Xazirê de rastî ziyanekî mezin hatine. (M.O)

bottom of page