Pêşmerge gihişte ber dilê DAIŞê!
Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand ku di duwem roja operasyona Xazir û Guwêrê de Hêzên Pêşmerge gundên Kenîşeya Mezin û ya Biçûk li gel gundê Hasudiye kontrol kirin. Bi vî awayî di nav du rojan de hejmara gundên hatine kotrolkirin bûne 12.
Peyamnêrê me dazanîn ku pêşmerge gehiştine Pira Guwêr û bi vî awayî, sînorên bajarokê Guwêrê ji sedî sed di bin kontrola pêşmerge de ye.
Hêvîdar Ehmed diyar kir ku plana ji bo operasyonê hatibû danîn bi tevahî gehitiye armanca xwe ku hedef kontrolkirina 12 gundên vê navçeyê bû.
Ehmed got ku li gor amarên pêşmerge di gundê Kenîşeya Mezin de 15 çekdar û bi giştî di operasyonê de jî 150 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha di şerê 2 rojan de 13 pêşmerge jî şehîd bûn.
Hêzên Pêşmerge di vê operasyonê de bi dirêjahiya 21 kîlometreyan axa eniyên Guwêr û Xazirê ji dest çekdarên DAIŞê derxistin.
Duh danê sibê Hêzên Pêşmerge li eniya Xazir û Guwêrê bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî dest bi operasyonek berfireh kir.
Armanca operasyonê kontrolkirina 12 gundên Kurdistanê yên li deverê û bilindahiyên Kenhîşe bû ku li bakûrê rûbarê Zê ve li navçeya Gûwêr dinere. Herwiha armanc dûrxistina metirsiya DAIŞê li ser Guwêr, Dîbege û Hewlêrê, bi taybet jî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ye.
Li gel operasyonê Hêzên Pêşmerge gavek din nêzîkê Mûsilê dibe ku niha eniya Xazirê 15, eniya Guwêrê jî 23 km ji Mûsilê dûr e.