3 Pêşmergeyên Rojava şehîd bûn
Di şerê îro yê Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê li derdora Mûsilê, 3 Pêşrmegeyên Rojava şehîd ketin, û zêdetirî 10 kesên din birîndar bûn.
Çavkanieyek taybet ji nav eniya şerê Xazir ji tora medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku di şerê îro de, 3 pêşmergeyên Rojava şehîd ketine, û zêdetirî 10 pêşmergeyên din ku ew jî yên Rojavayê Kurdistanê ne, birîndar bûne.
Navê wan her sê pêşmergeyê şehîd ketine, Îbrahîm Hemze Ferho, û Hebîb Qedrî Mihemed Seîd ku her dû xelkê bajarê Qamişlo ne, û Kamîran jî ku ew bi xwe xelkê Başûrê Kurdistanê ye û di nav Pêşmergeyê Rojava de cihê xwe digirt şehîd ketiye.
AVESTA