top of page

Terora PYDê li dijê partiyên Kurd berdewam e

ROJEVAKURD.COM.../...Li Qamîşlo alîgirên PYDê êrîşê Ofîsa PDKS kirin û ji asayişa PYDê daxwaz kirin ku ofîsên PDK bigrin.

Heman demê de aligirên PYDê êrîşa xwe berdewam kirin û çûn ser ofisa Partiya Yekîtiya Kurd û li wêderê jî daxwaziya girtina vê ofîsê kirin.

Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) êrîşa ser avahiyên PDKS û Partiya Yekitiya Kurd li Sûryê şermezar kir .

Derbarê êrîşa alîgirên PYDÊ ya ser ofîsên herdu partiyan ENKSê daxuyanyek belavkir û ragihand ku êvara pênşemê bi dehan ji alîgrên PYDê û bi parêzvaniya çekdarên xwe û bi navê malbatên şehîdan êrîşê ser ofîsên PDKS û Partiya Yekitiya Kurd li Sûryê, li rojhlatî Qamişlo kirine.

ENKSê diyar kirk u di dema êrîşê de Ala Kurdistanê li ser herdu ofîsan daxistine û bêrêzî pê kirine. Herwiha hind sloganli dijî ENKS û Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser dîwarên wan ofîsan nivîsandine .

ENKS di daxuyaniya xwe de vî kiryara PYDê protesto dike û dibêje, ewê li Rôjavayê Kurdistanê karê xwe yê siyasî berdewam bikin.

Biro: PYD berpirsî vê êrîşê ye

Ji aliyê din ve Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro got, piştî ne serkeftîbûna saziyên ser bi PYDê di rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de, ew niha dixwazin astengiyan li pêşya karên partiyên din yên siyasî li Rojavayê Kurdistanê çêkin.

bottom of page